Endamê YNKSê Mihmed Emîn Sadûn hat azadkirin

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Mihmed Emîn Sadûn ji aliyê Asayîşa Dêrikê ve serbest hate bedan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Mihmed Emîn Sadûn ji aliyê Asayîşa Dêrikê ve serbest hate bedan.

Berpirsê ragehandinê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê (YNKS) Mihmed Ebdê  ji K24ê re ragihand, endamê Desteya Rêveber ê YNKS Mihemed Emîn Sadûn roja 28ê Cotmehê ji aliyê Asayîşa bajarê Dêrikê ve hatibû binçavkirin, îro serbest hate berdan.

Ebdê da zanîn ku, YNKS rêxistineke serbixwe ye û di warê çand û zimanê Kurdî de kar dike û naxwaze nakokiyên siyasî jî bandora xwe li rewşa nivîskaran û rewşenbîran bike. Lê dîsa endamê wê ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû binçavkirin.