Hulusî Akar serdana bakurê Kurdistanê bajarê kir

Li bajarê Şirnexê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê Hulusî Akar serdana bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê û navçeya Silopiyê kir.

Akar di çarçoveya serdana xwe de çavderiya yekineyên leşkerî kir û li ser operasyonên ku, li dijî PKKyê tên birêvebirin zanyarî wergirt.

Akar da zanîn ku,di demên dawî de li dijî  PKKyê operasyonên dijwar  tên birêvebirin û hejmarek zêde endamên wê canê xwe ji dest dane. Dê operasyonên wan bi biryarî berdewam bikin.

Li bajarê Şirnexê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye. Di encama şer û pevçûnên alîgirên YPSyê û hêzên leşkerî de sedan kes canê xwe ji dest dabûn hezaran mal rûxiyan bûn.