Hulusî Akar serdana bakurê Kurdistanê bajarê kir
Li bajarê Şirnexê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Sererkaniya Tirkiyê Hulusî Akar serdana bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê û navçeya Silopiyê kir.
Akar di çarçoveya serdana xwe de çavderiya yekineyên leşkerî kir û li ser operasyonên ku, li dijî PKKyê tên birêvebirin zanyarî wergirt.
Akar da zanîn ku,di demên dawî de li dijî PKKyê operasyonên dijwar tên birêvebirin û hejmarek zêde endamên wê canê xwe ji dest dane. Dê operasyonên wan bi biryarî berdewam bikin.
Li bajarê Şirnexê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye. Di encama şer û pevçûnên alîgirên YPSyê û hêzên leşkerî de sedan kes canê xwe ji dest dabûn hezaran mal rûxiyan bûn.