Qeymeqamê Dêrika Mêrdînê canê xwe ji dest da

Qeymeqamê Dêrikê Mihamet Safîtûrk di meha Îlonê de wekî qeyyûm ji bo Şaredariya Dêrikê hatibû danîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Qeymeqam û qeyûmê navçeya Dêrika Mêrdînê Mihamet Fatih Safiturk ku duhî rastî êrişekê hatibû canê xwe ji dest da.

Duh, li bajarê Mêrdînê nêzikê avahiya Qeymeqamiya Dêrikê teqînek mezin rû da, tê de Qeymeqam û qeyûmê navçeya Dêrika Mêrdînê Mihamet Fatih Safiturk li gel 3 kes birîndar bûn.

Ji ber birîna xwe ya giran îro, li nexweşxanyeyê canê xwe ji dest da.

Qeymeqamê Dêrikê Mihamet Safîtûrk di meha Îlonê de wekî qeyyûm ji bo Şaredariya Dêrikê hatibû danîn.