Li Efrînê keçek ji encama tobarankirina Tirkiyê şehîd bû

Artêşa Tirkiyê ji roja 17 Cotmehê ve sînorê Rojavayê Kurdistanê li Efrînê derbas kiriye

K24-Navenda Nûçeyan

Topbarankirin ji aliyê Artêşa Tirkiyê li ser gundên sînor ê Efrînê berdewam e, di encama wê topbaranê de keçek bi navê Leyla Ezîz şehîd bû.

Jêderên gundê Senarê ya navçeya Şiyê ji K24ê re ragihand ku, artêşa Tirkiyê bi bêhtirî 10 topan Tilê Cirnasê ya li navçeya Şiyê ya ser bi Efrînê armanc kir, heta niha jî topbarana Tirkiyê li wê navçeyê berdewam e.

Herwiha li gundê Hîgce û sinare keçek bi navê Leyla Ezîz ji encama topbarana Artêşa tirkiyê şehîd bû.

Artêşa Tirkiyê ji roja 17 Cotmehê ve sînorê Rojavayê Kurdistanê li Efrînê derbas kiriye û bi sedan darên zeytûnê yên gundê Şediya û Sorkê hildike û dîwarekî li ser sînor av dike.

Roja 27 Cotmehê jî artêşa Tirkiyê bi guleyên lestîkî û gaza rondikrêj avêtin ser xwepêşandaran û di encamê de 17 kes birîndar bûn.