Operasyoneke nû li dijî HDP destpê kir

Ziya Pîr da zanîn ku, derbarê girtina parlementerên HDPê de derew dihatin kirin ku, bi hinceta îfadeya xwe nedane dozger hatine girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî girtina Hevserok û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê îro operasyonek nû li dijî wê partiyê hate destpêkirin.

Parlementerê HDPyê Ziya Pîr ji hesaba xwe ya twîtirê ragihand ko li dijî şêwirmendên parlementerên HDPyê  operasyona binçavkirinê hatiye destpêkirin.

Ziya Pîr da zanîn ku, derbarê girtina parlementerên HDPê de derew dihatin kirin ku, bi hinceta îfadeya xwe nedane dozger hatine girtin.

Zeya di daxuyaniya xwe de wiha got:Gelo ew kesên ku, ji bo parlementerên HDPyê derew dikrin niha ji bo şewirmendên wan dê çi derewî bikin.