Li 22 gûndên Dêrsimê qedexeya çûnûhatinê hate rakirin

Li bajarê Dêrsimê navçeya Pilûrê ev demek dirêj e li dijî PKKyê operasyonên asmanî yên dijwar tên birêve birin

K24-Navenda Nûçeyan

Qedexeya derketina derva ya li 22 gûndewarên bajarê Dêrsimê navçeya Pilûrê hate rakirin.

Parêzgeriya Dêrsimê derbarê mijarê de daxûyaniyek nivîskî belav kir û got qedexeya derketina derva ya li 22 gûndewarên navçeya Pilûrê ko di 9ê Çiriya Paşînê çarçoveya operasyonên li dijî PKKyê de  hatibû ragihandin îro hate rakirin.

Li bajarê Dêrsimê navçeya Pilûrê ev demek dirêj e li dijî PKKyê operasyonên asmanî yên dijwar tên birêve birin û heta niha hejmarek zêde endamên PKKyê di wan operasyonan de canê xwe ji dest dan.