Li Diyarbekerê di nava bajêr de jiyana gundan didome

Gundîtiya di nav bajêr de ji derve rengîn xuya bike jî, ji bo gundiyan dibe sedema aloziyan.

K24-Diyarbekir

Li Bakûrê Kurdistanê, plana pêşveçûna şaristaniyan, jiyana gund û bajaran kiriye nav hev. Li gundên ku, lê bi dehan sal in jiyana xwezayî domiyaye, di nêvenga bajêr de jiyana gundewariyê tê jiyandin. Li taxa Peyasê ya Diyarbekirê, 2 jiyanên cîran bûne mijara balkêşiya jiyana hevpar.

Li Taxa Peyasê, Gundê Qereqûya Jêr, mînaka herî balkêş a bajarê Diyarbekirê ye. Li aliyekê avahiyên bilind û nûjen, li aliyê din xaniyên yekqatî û bi hewş hene. Li aliyekê kesên ku di avahiyên bilind de dijîn, li aliyê din kesên bi bêhina axê û dar û deviyan aramiyê dijîn hene. Suleyman Kaymaz, jî di avahiyên bilind de rûdinê û amaje dike ku jiyana gundan ji jiyana bajarvaniyê bi aramtir e.

Welatî Suleyman Kaymaz wiha got:"Em ji xelkên gund aciziyan nakin. Jiyana bi hev re xweş e. Lê tenê pirsgirêkek heye. Ji ber ku axurên ajalan zêde ne, bêhina nexweş zêde tê me. Em ji ber wê hinek aciz dibin. Wekî din pirsgirêk tuneye."

Her çiqas ji aliyê kesên avahiyan ve pirsgirêkên jiyana hevpar tunebin jî, niştecihên gund ji vê rewşê ne razî ne. Niştecihê Gundê Qereqûya Jêr, Elî Koyun amaje dike ku ev 100 sal in ev gund li vir bûye û di çend salên dawîn de bi carekê derdora wan tije avahî bûne.

"Em berî wan li vê derê bûne. Û îro jî ew hatine û derdora me dagirtine. Cihekî em pê de biçin tuneye. Mînak em bibêjin, jiyana me, debara me li ser ajalvaniyê ye, li ser ajokariyê ye. Lê niha erdên me hemû ji destên me çûn û bûn avahî."

Ji ber ku gund û bajar di nav hev de ne, carinan pirsgirêkên cuda jî tên jiyandin. Gundî amaje dikin ku kuçeyên pişt malên wan, derdikevin ser rêbejahiyên bajêr. Ji ber vê yekê jî her dem tirsa ku zarok ji malê dûr bikevin û ber bi kolanên bajêr ve biçin heye. Îsmaîl Gun jî yek ji niştecihên gund e. Îsmaîl Gun amaje dike ku 2 jiyanên di nav hev de mirovan diwestîne.

"Di nav bajêr de jiyan xweş e. Lê gundîtî nabe. Em hînî gund bûne. Dema zarokên me derdikevin derve, her der qirêj e, her der qanalîzasyon in. Gund û bajar di nav hev de nabin."

Di nav bajêr de meşandina jiyana gund û dorpêçkirina avahiyên billind, cureyên derfetên jiyanê radixe ber çavan. Gundîtiya di nav bajêr de ji derve rengîn xuya bike jî, ji bo gundiyan dibe sedema aloziyan.