Li 3 gundên navçeya Pîran a Diyarbekirê qedexe hat ragehandin
Heta demeke nediyar dê berdewam be.
K24-Navenda Nûçeyan
Parêzgeriya Diyarbekirê li 3 gund û mezrayeke ên ser bi navçeya Pîranê ve îro ji saet 5'ê sibehê heta daxuyaniyeke din qedexeya derketina derve ragihand.
Parêzgeriyê ragihand ku, bi armanca ku, li hemberî endamên rêxistina Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) operasyonên leşkerî bidin destpêkirin derdorên çiyayên yên gûndên Kurşunlu, Kırkpınar, Gelîncîk, û mezraya Kayaşê derketina derve hatiye qedexekirin. Qedexe heta daxûyaniyeke din dê berdewam bike.