HSD gundê Hîşa Mezin kontrol dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê Hîşa Mezin 35 k.m li bakurê Reqayê kontrol kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê Hîşa Mezin 35 k.m li bakurê Reqayê kontrol kir.
Peyamnêrê K24ê li bakurê Reqayê Ekrem Salih ragihand, Di çarçoveya Operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê û piştî rizgarkirina gundê Hîşa piçûk hêzên Sûriya Dimokratîk (HSD) ji 4 alîan ve êrîşî bajarokê hîşa mizin kirin û ew gund kontrol kirin.
HSD, ku Yekîneya Parastina Gel (YPG) hêza wê ya sereke ye, roja 6 Mijdarê di konferanseke rojnamevanî de operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina Reqayê ragihand û da zanîn ku, HSDê bi 30 hezar şervan dê beşdariyê di operasyona reqayê de bike.
Ji aliyê xwe ve, Serkirdeyê HSDê Egîd Kobanî ji K24 re ragihand ku, heta niha wan di navbera 40 heta 50 gundî li gundewarê Reqayê kontrol kirine.