"Rêza Trump ji Barzanî û pêşmerge re mezin e"

Da zanîn ku, ew giringiyê didin qurbaniyên pêşmerge.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdvkê Komîteya Amerîka bo piştevaniya Serokê nû yê Amerîkayê yê karûbarê rojhilata navîn Sam Yono ragehand, ku rêveberiya nû ya Amerîkayê rêzekî mezin bo serokê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re digre.

Derbarê vê yekê Berdevkê Komîteya Amerîkayê bo piştevaniya Trump yê karûbarê rojhilata navîn Sam Yono ji K24ê ragehand ku, rêveberiya nû ya Amerîkayê xwedî rêzekî mezine ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmerge digrre, herwiha giringiyê didin qurbaniyên pêşmerge.

Yono da zanîn ku, yek ji karên serke yên Donald Tramp piştevaniya zêdetir bo Herêma Kurdistanê ye.Herwiha aşkere kir ku, Serokê nû yê Amerîkayê li himber Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hikûmeta herêma Kurdistanê  û gelê Kurd rêzeke mezin heye.