Li 8 gundên Diyarbekrê qedexe hat ragehandin
Qedexe heta demeke ne diyar berdewam dibe.
K24-Navenda Nûçeyan
Parêzgeriya Diyarbekirê, ji bo 8 gundên navçeyên Lice, Hênê û Karazê yên Diyarbekirê bangewaziya qedexeya kolanan ragihand. Qedexe ji bo operasyonên li hember endamên PKK'ê, hatin danîn û heta bangewaziyeke duyemîn dê bidomin.
Li herêma Diyarbekirê, şer û pevçûnên di navbera Hêzên Artêşa Tirk û Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê de dewam dikin.
Ji ber operasyonên li hember PKK'yiyan werin dorfirehkirin, Parêzgeriya Diyarbekirê, vê sibehê îro, saet 5ê barbangê ji bo 2 gundên Liceyê, 4 gundên Hênê û 2 gundên Karazê bangewaziya qedexeya derketina kolanan ragihand.
Qedexeya li ser 8 gundan, dê heta bangewaziyeke duyemîn dewam bike.