Efrîn .. 9 şehîd û 50 birîndar
Îro rêbendeke asayişa Efrînê li gundê Xezewiyê ji aliyê firokeyine nenas ve hate armanckirin, di encamê de heta niha 9 kes şehîd bûn û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro rêbendeke asayişa Efrînê li gundê Xezewiyê ji aliyê firokeyine nenas ve hate armanckirin, di encamê de heta niha 9 kes şehîd bûn û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûn.
Rojnamevan Mihemed Bilo ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê rêbendeke asayişa Efrînê li gundê Xezewiyê bi 30 mûşekan ji aliyê firokeyine nenas ve hate armanckirin, di encamê de 4 endamên asayişa Efrînê û 5 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Bilo diyar kir ku, zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne, ku piraniya wan kesên ku penaberî Efrîn dibûn, bûn û bo nexweşxaneyên Avrîn û Qenber hatin veguhastin.
Herwiha Bilo amaje bi wê yekê kir, di encama bombebaranê de gelek otombîl û 2 barhilgirên barkirî jî hatin şewitandin.
Herwiha Bilo aşkere kir jî, 2 mûşekên “Ballistic” yên Rûsî ku nehatibûn teqandin, li nava daristanên nêzîkî gundê Xezewiyê hatin dîtin.
Bilo got jî, li ser zarên bînerên ji gundê Xezewiyê ku bi çavan dîtin ku, firokeyên şer ji aliyê başûrê gund ve hatin, ev yek jî tê wateya ku egereke mezin hebe, ew firokeyên êrîşker, yên rêjîma Sûriyê bin.
Herwiha di heman dema bombebaranê de, firokeyên rêjîma Sûriyê li asmana bajarokê Darit Ezê yak u 10 k.m dikeve başûrê gundê Xezewiyê, difiriyan.




