Stanbol.. Komekê êrîşî HDPiyan kirin

HDP, li Stenbolê ji bo siyasetmedarên xwe yên girtî çalakiyekê li dar xist. Dema xwepêşandanê, komeke li dijî HDPiyan dixwest bikeve nav girseya HDPê, lê polês rê li ber wan girt û bi guleya plastîk her du alî ji hev dûr xistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çalakiyê de ku li qada Şîşliyê hat kirin piştî daxuyaniya çapemeniyê ya HDPyiyan komeke ku ji 20 kesî pêk dihat dixwest êrîş li girseya HDPyiyan bike, lê belê polês ket navbera her du aliyan.

Hêzên ewlekariyê piştî hişyariyên xwe, bi gaza îsot her du komên cuda belav kirin.

Hefteya borî jî li heman deverê bûyereke bi vî rengî rû dabû û gelek kes hatibûn desteserkirin.