Cotyarên Bakur: Piştgiriya dewletê têra me nake

Tirkiyê serê donimek erd 11 lîreyê tirkî tê dide cotyaran.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bakûrê Kurdistanê di nava aboriyê de çandinî di rêza yekem de ye. Bi piranî jî çandiniya Genim, Pembû û Garis tê kirin. Li gel vê yekê cotyar bi gilî ne ku ji ber lêçûna zêde ya çandiniyê ew dahateke bi dilê xwe dest naxin.

Li Bakûrê Kurdistanê ji ber erdnîgariya guncav û razemeniyên kêm ên pîşesaziyê çandinî di aboriyê de cîheke girîng digire. %20'ê erdê Bakûrê Kurdistanê ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Cotyar dixwazin ku ev potansiyela dewlemend baş were bikaranîn û dewlet di vî warî de xwedî li cotyaran derkeveç. Nûnerê Yekitiya Cotyaran ê Bakûrê Kurdistanê Galîp Çakan amaje dike ku ew herî gelek di warê bihayê berheman û maztotê de pirsgirêkan dijîn.

Nûnerê Yekitiya Cotyaran ê Bakûrê Kurdistanê Galîp Çakan wiha got:

"Mazot gelek biha ye em lîtreya mazot bi 4 lîreyî distînin ev yek ji bo me lêçuneke zêde derdixe holê. Niha rewşa cotyaran perîşanî ye. Bi teybetî jî lêçûna pembû jî gelek zêde ye ev yek astengiyê dixe karê me."

Li Bakûrê Kurdistanê di salên dawî de ji bo geşepêdana çandiniyê her çiqas gavên girîng hatibin avêtin û proje hatibin pêşkêş kirin dîsa jî cotyar rastî astengiyan tên. Her sal ji aliyê dewletê ve ji bo cotyaran wek piştgiriya çandiniyê serê donimek erd 11 lîreyê tirkî tê dayîn. Cotyar Feyzullah Efe amaje dike ku ev piştgirî têra lêçûna wan nake ji ber ku ew di dema firotinê de berhemên xwe erzan difiroşin.

Feyzullah Efe-Cotyar wiha axifî:"Lêçûna pembû zêde ye. Em ji ber wê yekê neçar dimînin ku berê xwe bidin genim. Lêçûna genim ne zêde ye. Lê vê carê jî firotina genim de pirsgirêk derdikeve. Bazirganên ku bi saziyên dewletê re têkildarin j ime erzan dikirin û diçin ji xwe biha difiroşin dewletê."

Li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêkên wek pêdiviya avdanê, bihayê giran ê mazotê, kêmbûna piştgiriya çandiniyê ya dewletê wek pirsgirêkên herî mezin ên di pêşiya geşepêdana çandiniyê de tên dîtin û cotyar li bendê ne ku rayedarên dewletê çareseriyekê ji wan re bibîne.

Fly Erbil Advertisment