Balefirên Tirkiyê gundên Babê bombebaran dike

Di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê ragehand ku, balefirên şer yên Tirkiyê gundên derdorê Babê bombebaran kirin û hêzên tirk û dijbere ketine hin taxên Babê.

Berpirsekî Meclîsa Tirkmenên Sûriyê ragehand, Firqeya Sultan Mûrad ya Tirkmenan şeva bihurî gundên bi navê Hazwan, Susyan, Aldana, Kiyran, Uglan û Awlan kontrol kirin û destnîşan kir di nav 2 rojan de wê bikevin navenda Babê.

Li gorî nûçeya rojnameya Huriyetê, tîmên taybet yên Tirkiyê gihîştin hin taxên Babê û bi zanyariyên wan balefirên şer yên Tirkiyê baregehên DAIŞ'ê bombebaran dikin.