HSD amarên qonaxa yekemîn a operasyona Reqayê ragehand
Tenê 4 şervan birîndar bûne.
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) amarên deh rojên Operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê di kongreyeke rojnamevanî de ragehand.
Li gor daxuyaniya HSDê di qonaxa yekemîn a operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê de, 34 gund, 31 zevî û 7 girên stratejîk hatine kontirolkirin, ji wan gundan:El-Qitai, El-Leqte, Xelif El-beg, Şêx Deham, Siran, Şêx Hesen, Xenîza banî, Xenîza navîn, Hays El-Xidir, Um Sefa, Ebdulhadî, Celîl, Heyderiyê, Molîhan, Mûtqetle, Ketle, El-Ebdulah, Qermoc, Erac, Tel Doban, El-Hîşe, Xiswan, Henyan, Nayf, El-Wehîd û Hezriyat.
HSD da zanîn ku, di heyama deh rojan de 167 çekarên DAIŞê hatine kuştin, 4 girtî û 34 termên çekdaran, herwiha 12 otombîlên DAIŞê hatine teqandin.
Li gor daxuyanê HSD gelek çek û teqemenî jî bidestxistine û 240 bombe pûçkirine, herwiha di wê qonaxê de 4 şervanên HSD birîndarbûne.