Pêvajoya çareseriyê bi formeke nû
Tirkiye, desthilata Tirkiye bi formeke nû dixwaze “Pêvajoya Çareseriyê” li Bakurê Kurdistanê ji nû ve destpê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye, desthilata Tirkiye bi formeke nû dixwaze “Pêvajoya Çareseriyê” li Bakurê Kurdistanê ji nû ve destpê bike.
Li gor agahiyên medyaya, ku piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep tayip Erdogan bi serokeşêran û dezgehên sivîl-demokratîk re Bakurê Kurdistanê, dîtinek peyda bûye ku pêvajo ligel 380 navan destpê bike, ku hin ji wan nêzîkî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne jî tê de hene.
Di heman demê de, li gor rojnameya Hurriyet, dewlet dê hin pêngavên nû li herêmên Kurdî bavêje, ku di nav de avakirina deverên hatî hilweşandin, başkirina aboriya herêmê, nêzîkahiya baş bi xelkê deverê, hin ji wan pêngavan in.