Kandîdê Wezareta Derve: Kurdistan berve serxwebûnê diçe

Kandîdê serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Tramp bo postê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, Kurdistan berve serxwebûnê diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kandîdê serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Tramp bo postê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, Kurdistan berve serxwebûnê diçe.

Balyozê berê yê Amrîkayê li Netewên Yejgirtî û yek ji kandîdên posta Wezareta Derve ya Amrîkayê John bolton gotarek di rojnameya “New York Post” de nivîsiye ku, pêwîst e serokê hilbijartî yê Amrîkayê Donald Tramp berjewendiyên Amrîka li Rojhelata Navîn li berçav bigire.

Bolton nivîsiye jî ku, pêwîst e Tramp siyasetên Barak Obama li Rojhelata Navîn berovajî bike û digel rewşa li navçeyê heye serderiyê bike.

Herweha Bolton gotiye ku, gelek gîring e Tramp hinek xalan li ber çav bigire, ji wan jî serxwebûna Kurdistanê û nemana sînorên piştî şerê cîhanê yê yekem, rewşa ewlekarî ya Efxanistanê, parçebûna Yemenê û guhertina Tirkiyê ji welatekî Secularism bo xîlafeteke taybet û redkirina rêkeftina atomî ya bi Îranê re.