Li Wanê otombêlek bombebarkirî hat dîtin
Otombêl ji hêla polîsan ve hat teqandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê, otombêlek bombebarkirî ji hêla hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hat dîtin.
Li gor agahiyan, li navçeya Îpekyolu taxa Fehîm Arvasî, otobêlek bêxwedî ji hêla welatiyan ve li ser cadê hat dîtin.
Ser agahdarkirinê, hêzên ewlekariya Tirkiyê çûn cihê bûyerê û di otombêlê de lêgerîn kirin. Hat ragehandin, di otombêlê de hejmarek zêde mayîn û teqamenî hatin dîtin.
Otombêl ji hêla polîsan ve hat teqandin.