Rewşa bajarê Şirnexê piştî qedexeya 8 mehan

12 hezar avahî hatine têkbirin.

K24-Şirnex

Qedexeya ku, ji vedana xendekan û serê navbajêraj, 8 meh berê li Şîrnexê hatibû ragihandin. Di 14ê Sermawêzê de bi kismî hat rakirin. Lê rewşa nû ya Şirnexê bi gotina welatiyan bajarekî wêran e. Di roja yekem a rakirina qedexeyê de welatî û nûnerên saziyên sivîl bo çareseriyan bangawaziyên alîkarşyên lezgîn dikin.

Şirnex ji 14ê Adarê û heta niha bajarekî çûyîn hatin lê qedexe bû. Piştî ku şêniyên wê bi mehan li derve man, bo ku bibînin ka şûnwarê wan çibûye berbi bajêr ve herikîn. Şirnex, ji dûr ve wek bajarekî mezin xuya dike, lê dema mirov ber bi nava bajêr ve diçe, bajarekî ku ji sedî 70 nemaye re rûbirû dimîne.

Li gor hin rêjeyan12 hezar avahî hatine têkbirin û bi 100 hezaran welatiyên ku nişteciyên bajêr bûn bê mal û avahî mane.

Mihemedê pîremêr, bo Kurdistan24 radigihîne ku dema nifûsa Şirnexê 3500 kes buye jî tê bîra wî û dide zanîn ku niha ji wî bajarî tu tiştek nema ye. Mihemed, gileyî him ji PKKê û vedana xendekan dike; him jî ji dewleta Tirkiyeyê dike ku şûnwarê wan wêran kirine û wan bêhêvî kirine.

"Ne gund e ne bajar e hema xilas bû û çû. Em çi bixwazin çi tiştek nîn e, li gor dewletê her tişt temam e û her tişt wek divê buye û temam e. Tu tiştekî rast nema ye."

Îdrîs jî amadekariya berevaniya sermayê dike da ku li avahiya bermayî ya şer jiyana xwe bidomînin.

"Em nû hatine, jixwe Şirnex îro hêj nû vebû. Xwedê hesbike emê hewla ku wek berê jiyana xwe bidomînin bidin."

Li Şirnexê ji niha û pê ve di navbera saet 5ê sibehî û 10ê şeve dê qedexe hatiye rakirin. Yanî bi kismî qedexe berdewam dike û berevaniyeke berfreh ya ewlehiyêm li bajêr heye.

Serokê BAROya bajêr Noşîrevan Elçî, dazanîn ku xesar û têkçûyînek mezin li şirnexê çêbûne. Elçî diyar kir ku ew jî wek BARO dê lijneyekî bo alîkariyê amade bikin, lê balkişand ku berhevanîn û telafîkirina têkçûyînên li şirnexê hêsan nîn in.

Serokê BAROya Şîrnexê Noşîrevan Elçî wiha got:"Em hêvî dikin ku dewlet, bi plansaziyeke lezgîn û teqez ji boo avakirina şirnexê bide destpêkirin û demek zûtirîn ava bike."

Ji sed hezarî zêdetir nişteciyên şirnexê ev 8 mehbû, ya li navçeyên derdor li gel xizmên xwe,yan jî di kon û çadirên ku bidestxistine de diman. Bi dehezaran ji wan jî, bêy ku vegerîn şirnexê li bajar u bajarokên cuda bicîh bune.