Li Wanê êriş li avahiya AK Partî hat kirin

Êriş demjimêr 3ê şevê hatiye kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê êriş li avahiya AK Partî ya navçeya Muradiyeya Wanê hat kirin. Di bûyerê de kuştî yan birindar nînin.

Berdestê sibê, kesên nasnameya wan nediyar, ji aliyê piştê ve bombe avêtin avahiya AK Partî ya navçeya Mûradiye. Di encamê de xisareke mezin derket meydanê.

Derbarê mijarê de Serokê Şaxa Muradiye yê AK Partî Îbrahîm Vanlî got ku, êriş demjimêr 3'yê sibê hatiye kirin û di wê demê de li avahiyê tu kes nebû.

Vanlî got ku, beriya çend rojan êrişek heman şêwazê hember mala Serokê Şaxa Civanan ya navçeyê hatiye kirin da zanîn ew ji êrişên wiha natirsin.