HSD: Pêwîstiya operesyona Reqa bi çekên giran heye

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karîn yek ji mezintirîn bargehên DAIŞê li bakurê Reqayê kontrol bikin, lê hîn HSD gazinan ji ber nebûna çekên giran dike, nemaze ku niha berê xwe daye paytexta DAIŞê.

K24 – Bakurê Reqa
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karîn yek ji mezintirîn bargehên DAIŞê li bakurê Reqayê kontrol bikin, lê hîn HSD gazinan ji ber nebûna çekên giran dike, nemaze ku niha berê xwe daye paytexta DAIŞê.

Bi kontrolkirina bajarokê Hîşayê ji aliyê hêzên HSDê ve, DAIŞê yek ji girintirîn bargehên xwe li bakurê Reqayê ji dest dide. Hîşa tevî ku bajarokekî biçûk e, lê di aliyê xizmetguzariyê ve giringiyeke wî heye. Ji hêlekê ve hebûna wî li ser çemê Belîx û ji hêleke din ve hebûna navenda avê û elekitrîkê li wî bajarokî.

Tevî ku bi dehan gund û bi rûbera 50 k.m ji hêla HSDê ve hatine kontrolkirin, lê hîn rê ber bi aliyê Reqayê ve dirêj e. Ev operasyon pêwîstiya wê bi çekên giran û pêşketî hene û ev yek herdem cihê gazinan e li cem HSDê, lê vê carê fermandariya vê hêzê tekez dike ku, sozên Amerîkiyan bi alîkariya leşkerî hene.

Pîlançoya qonaxa yekemîn ji operasyona “Hêrsa Ferat” hat aşkerekirin, lê pirs tê kirin gelo ev operasyon dê çiqasî berdewam be û wê li ser çend qonaxan be, nemaze ku bajarê Reqayê paytexta DAIŞê ye.