Li Dêrsimê Seyîd Riza hate bibîranîn

Ew li pêş çavên kurê wî sêdarkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Dêrsimê welatî ji bo Rêberê Berxwedana Dêrsimê û şehîdên wê berxwedanê rewsma bîranînê lidarxistin û daxûyaniya çapemeniyê dan.

Di daxûyaniyê de hate gotinku, di sala 1938an de li Dêrsimê dewleta kemalîst li dijî kurdan jenosîd pêk aniye. Dewlet niha jî bi riya AK-Partiyê li dijî kurdan siyaseta

Herwiha jenosîdê bi rê ve dibe. Pêwîst e berpirsên jenosîda Dêrsimê werin mehkemekirin û arşîvên wê demê werin eşkere kirin.

Di sala 1938 an de Dewleta Tirkiyê bi dehan hezar  leşker û balafiran êrîşê bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê kiribû û nêzikê 100 hezar kurd kuştibû. Piştre Rêberê Berxwadan Dêrsimê Seyîd Riza hatibû girtin û ber çavê kurê xwe hatibû sêdarkirin.