YPG xwe ji bajarê Minbicê vekişand

Li rojhelatê çemê Feratê bicih bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandarê giştî yê Yekîneya Parastina Gel(YPG) ragehand ku, wan şervanên xwe ji bajarê Minbcê vekişandin.

Derbarê wê yekê Fermandarê giştî yê Yekîneya Parastina Gel(YPG) daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, piştî rizgarkirina bajarokê Minbicê ji çekdarên DAIŞê û bi armanca tevlîbûna operasyona Rewayê wan hêzên xwe ji wî bajarokî vekişandin.

YPG da zanîn ku, niha şervanên wan li rojhelatê çemê Feratê bicihbûne.

Berî niha Tirkiyê gefa kontirolkirina bajarokê Minbicê dikir û daxwaz ji YPG kiribû ku, şervanên xwe bo rojhelatê çemê Feratê vekşîne.

ji aliyê xwe ve nûnerê serokê Amerîkayê Breet Macgurik li ser malpera xwe ya Tiwîterê ragehand ku, Hêzên YPG bi temamî ji bajarê Mibicê vekişiyan.