HSD gundê El-Tiwêla li mihwerê Êyn Îsa kontirol kir

6 kîlometreyan ber bi mihwerê Sifok ve çûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) di çarçoveya operasyona Hêrsa Feratê ya rizgarkirina bakurê Reqayê gundê El-Tiwêla li mihwerê Êyn Îsa kontirolkirin.

Derbarê vê yekê peyamnêrê K24ê li mihwerê Êyn Îsa ragehand ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) di çarçoveya operasyona Hêrsa Feratê de gundê El-Tiwêla li mihwerê Êyn Îsa kontirolkirin.

Li gor daxuyaniyê hêzên Sûriyê Yên Demokratîk(HSD) li mihwerê Êyn Îsa bi 6 K.m ber bi mihwerê Silok ve pêşve çûn.

Berî niha HSD di kongireyeke rojnamevanî de amarên deh roj şer yê qonaxa yekemîn ji operasyona rizgarkirina Reqayê aşkerekirbûn.