Dr. Saîd Generalê Kurdistanê ye

Name û biryara generaliyê ji alî Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Cafer Emînkî ve bo malbata Dr. sait hate pêşkeşkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, unvan a generaliyê bo pêşmergeyê şehîd Dr. Sait Çurukkaya hate nasîn.

Fermandarê pêşmergeyê xwebexş Dr. Sait, di 26ê cotmehê de bi rêya mayinek kontrolbar li devera Tishirab a Mezin brîndar bû bû û di 30ê cotmehê de li Nexweşxaneya Coblenz a Almanyayê ketibû nav karwanê şehîdên Kurdistanê.

Name û biryara generaliyê ji alî Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Cafer Emînkî ve bo malbata Dr. sait hate pêşkeşkirin.