Minbic: Me hemû xalên leşkerî ji HSD û YPGê wergirtine

Encûmena Leşkerî ya Minbicê spasiya hêzên HSD û YPGê dike ku beşdarî rizgarkirina Minbicê bûbûn û ragihand, hemû xalên leşkerî li nava bajarê Minbicê û gundên yên ku di destê HSDê de bûn, radestî Encûmena Leşkerî ya Minbicê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Minbicê spasiya hêzên HSD û YPGê dike ku beşdarî rizgarkirina Minbicê bûbûn û ragihand, hemû xalên leşkerî li nava bajarê Minbicê û gundên yên ku di destê HSDê de bûn, radestî Encûmena Leşkerî ya Minbicê bûn.

Îro di konferanseke rojnamevanî de, Encûmena Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û ragihand, piştî derbasbûna 3 mehan li ser rizgarkirina Minbicê ji DAIŞê, spasiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Sûriyeya Demikratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî kir, ku di rizgarkirina Minbicê alîkariya wan kirine.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê amaje bi kir, ku piştî rizgarkirina Minbicê jî YPG û HSDê û bi piştevaniya Hevpeymaniya navdewletî alîkariyên mirovî pêşkêşî welatiyên wî bajarî kirine. Herwiha çend xulekên perwerdekirinê ji şervanan re kirine, da ku karibin cihên xwe di dezgehên ewlehiyê de bigirin.

Herwiha Encûmena Leşkerî ya Minbicê got jî: “Em pêşwaziya biryara Fermandariya Giştî ya HSDê û ya YPGê dikin ku, hêzên xwe ji nava bajêr vekişandin rojhilatê çemê Ferat, da ku beşdariyê di operesyona Hêrsa Ferat de bikin û Reqayê rizgar bikin.”

Encûmena Leşkerî ya Minbicê diyar kir jî, ku di 19 Tîrmehê de hemû xalên leşkerî li nava bajarê Minbicê û gundên yên ku di destê HSDê de bûn, bo Encûmena Leşkerî ya Minbicê hatin radestkirin.

Îro Fermandariya Giştî yê YPGê daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, piştî rizgarkirina bajarokê Minbicê ji çekdarên DAIŞê û bi armanca tevlîbûna operasyona Reqayê, wan hêzên xwe ji wî bajarokî vekişandin. YPG da zanîn jî, niha şervanên wan li rojhelatê çemê Ferat bicih bûne.