5 sal zîndan ji Demîrtaş re xwastin

Bi tuhmeta ku di sala 2011an de gotarek li Edenê pêşkêş kiribû û propagandeya terorê kiribû, Yekemîn Dadgeha Edenê bo Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş hat encamdan û 5 sal zîndan jê re hat xwastin.

K24 – Naveda Nûçeyan

Bi tuhmeta ku di sala 2011an de gotarek li Edenê pêşkêş kiribû û propagandeya terorê kiribû, Yekemîn Dadgeha Edenê bo Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş hat encamdan û 5 sal zîndan jê re hat xwastin.

Di dema dadgehkirina Demîrtaş de, hejmarek mezin ji parêzer li Duyemîn Dadgeha Tawanên Mezin ya Edenê amade bûn. serdozgeriyê jî 5 sal zîndan ji Demîrtaş re xwast.

Biryar bû Demîrtaş ji zîndana xwe de bi riya deng û reng beşdarî dadgehê bibe, lê Demîrtaş ew yek qebûl nekir û got: “Parêzgarên min berevaniya min dikin û bersiva dadgehê didin.”

Parêzgarê Demîrtaş Wedat Ozkan li dadgehê amade bû û bi mebesta gihandina tuhmetan bo Demîrtaş û wergirtina bersivên wî, dadgehê rûniştina xwe bo 10 Çileya 2017an bipaş xist.