Li Sêrtê Kaniya Misê hate xwarê
16 karker jî di bin de man
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê Kaniya Misê hate xwarê û 16 karker di bin erdê de man.
Parêzgeriya Sêrtê derbarê bûyerê de daxûyanî belav kir û da zanîn ku, li navçeya Şîrvanê ji ber hezazê Kaniya Misê rûxiyaye û 16 karker di bin erdê de mane.
Heta niha tarmê 3 karkeran hatiye dîtin lêbelê 13 karkerên din windane.
Ji gelek bajarên din yên bakurê Kurdistanê tîmên rizgarkirin û alîkariyê li cihê bûyerê hatine vegûhestin.