Li Wanê kesek hate kuştin û 3 polîs birîndar bûn

Operasyon heta niha berdewam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Wanê navçeya Erdîşê kesek hate kuştin û 3 polîs birîndar bûn.

Îro, danê sibê polîsên dijî terorê li navçeya Erdîşê operasyon pêk anîn û bi ser malekî de girtin. Di encamê de pevçûnek dijwar rû da û kesek hate kuştin û 3 polîs jî birîndar birîndar bû. Hat zanîn li navçeya Erdîşê operasyon berdewam dike.