Li Bakûrê Kurdistanê li ser pergala serokatiyê guman hene

Li Bakûrê Kurdistanê, hem ji ber şer û pevçûnên leşkerî, hem ji ber operasyonên siyasî, rojev her tim diguhere.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bakûrê Kurdistanê, li ser nîqaşên pergala serokatiya Tirkiyeyê, partiyên Kurdistanî û çavdêrên siyasî, hem fikir û ramanên xwe, hem gumanên xwe tînin zimên. Siyasetmedarên li bakûr, amaje dikin ku heta Rayedarên Tirkiyeyê, gelê Tirk û gelê Kurd wekhev nebînin, pergal çi be jî, ji bo Kurdan sûdewar nabe.

Li Tirkiyê di rojên dawîn de li ser pergala serokatiyê gelek nîqaş tên kirin. Partiyên ku di meclise de cihê xwe girtine, bi pêşniyaz û bertekan, rengê xwe yê li hember pergala serokatiyê diyar dikin. Di meclisö de Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partî û Partiya Tevgera Nijadî MHP wekî partiyên ku piştgiriya serokatiyê dikin, ketin rojeva Tirkiyeyê. Hiqûqnas û çavdêrê siyasî Mehmet Emîn Aktar, li ser pergala serokatiyê amaje dike ku di rewşa awarte de pergala serokatiyê ji bo Tirkiyeyê dê nebaş be.

Hiqûqnas Mehmet Emîn Aktar wiha got:"Pirsgirêka Kurdan, em hemû dizanin ku ne pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka welatê Kurdistanê ye. Ji ber vê yeke jî ger ku Kurd li ser axa xwe ne xwedî statuyekê bin, nav çi dibe bila bibe, dixwazin bila xweserî be, dixwazin bila federalî be, ger ku dewlet bi vî awayî qebûl neke, pirsgirêk nayê çareserkirin. Lê îro tiştê li ser nîqaş tê kirin, Sûriye û Raqaya berê bi çi awayî bû, dixwazin pergaleke wisa ava bikin."

Ji destpêka pêşniyaza serokatiya Tirkiyeyê de gelek nîqaş di nav siyasetmedaran de derketin. Partiya Demokratîk a Gelan HDP û Partiya Komarî ya Gel CHP, bi tundî li hember pergala serokatiyê derdikevin. Di rojeva siyaseta Tirkiyeyê de herî zêde nîqaş û bertekên HDP'ê cihê xwe di rojeva siyasî de girtin. Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê yê Diyarbekirê Hanîfî Tûran jî amaje dike ku ew, wekî partî ji pêvajoya pergala serokatiyê ne bi hêvî ne.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê yê Diyarbekirê Hanîfî Tûran wiha axifî:"Divê Dewleta Tirkiyeyê, bi Kurdan re, bi rastî bi Kurdan re, bi hemû aliyan re rûne. Hemû aliyên siyasî, aliyên olî, bi hemû beşên civakê re rûne. Û divê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê, li Tirkiyeyê were çareserkirin."

Li Bakûrê Kurdistanê, hem ji ber şer û pevçûnên leşkerî, hem ji ber operasyonên siyasî, rojev her tim diguhere. Di nîqaşên li ser pergala serokatiyê de alîgirên HDP'ê jî û partiyên Kurdistanî jî xwedî nêrîneke hevpar in. Li gorî amajeyên van siyasetmedaran, ger ku di pergala serokatiyê de hişmendiya Yek al, Yek netewe û Yek dewlet hebe, tiştên ji bo Kurdan bên kirin, namînin.