Têkiliya Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê tevî aloziyan dê bidome

Piştî civîna wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê, biryara berdewamiya têkiliyan hat dayîn

K24-Navenda Nûçeyan

Tirkiye ev ji 50 salan e zêdetir hewl dide ku bibe endamê Yekîtiya Ewropayê lê belê di demên dawî de Yekîtiya Ewropayê der barê azadî û demokrasiyê de hişyariyê dide Tirkiye û rageşiyeke mezin di navbera her du aliyan de heye. Pisporan balê dikêşînin ser girîngiya têkiliyan û dibêjin eger têkilî bên qûtkirin ziyaneke mezin wê bigihîje her du aliyan.

Li Tirkiyê piştî hewla kûdetayê ya 15'ê Tîrmehê operasyonên li dijî PKK û rêxistina FETOya ku hewla derbeyê dabû, di navbera Enqere û Brukselê de bû sedema rageşiyê. Hinek serkirdeyên Ewropayî ji ber girtina rojnameger û parlamenterên HDPyî rexne li Tirkiyê kirin û betalkirina endamtiya Tirkiye bo Yekîtiya Ewropayê xwestin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî, ji axaftina wan serkirdeyan aciz bû wiha got: Ku pêwîst bike ew ê li ser namzetiya Tirkiyê dikarin referandûmê bikin da ku hevdîtinên bo endamtiya Ewropayê bi dawî bikin.

Serokê Komeleya Hemwelatiyên Helsinkî ku endmatiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê diparêze Umît Firat ragihand ku, her çiqas alozî berdewam be jî her du aliyan wê ji hev nikarin dûr bikevin.

Serokê Komeleya Hemwelatiyên Helsînkî Ûmît Firat wiha got:

"Veqetîna Tirkiyê ya ji Yekitiya Ewropayê bi taybetî di warê aborî de hîç ne hêsan e. Bi dawî bûna têkiliyên navbera wan de ku ez îhtîmaleke wiha nabînim ji bo her du aliyan jî dê ziyandar be. Tirkiyê bi polîtîkaya xwe ya niha dixwaze wê peyamê bide ku ew li hember Ewropayê serî natewîne lê Tirkiyê niha nikare pişta xwe bide Ewropayê. Li Ewropayê ji mêj de ye ku hin aliyên li dijî Tirkiyê hene û wisa xuyaye ku niha ev alî hê zêdetir bûne; lê Ewropa jî rîska bi dawî bûna têkiliyan nade ber çavan."

Li gor pisporê polîtikaya derve Prof. Dr. Kemal Înat jî, metirsî heye ku têkiliyên Tirkiye digel Yekîtiya Ewropa bi dawî bibe.

Pisporê Polîtikayên Derve Prof. Kemal Înat wiha axifî:

"Kudetaya 15 Tirmehê ji bo Tirkiyê bu sedema daşikestinekê. Dewletên Yekitiya Ewropayê şûna ku piştgiriya hikûmetê bikin helwesta li dijî kudetayê rexne kirin; herwiha li aliyekê jî piştgiriya PKKê kirin. Ev yek jî bû sedem ku Enqere bi hêrs bibe. Heger Yekitiya Ewropayê bi vî awayî berdewam bike, dibe ku Tirkiyê ji edamtiyê paş de vekişe. Ji xwe li Ewropayê aliyên nijadperest naxwazin Tirkiyê bibe endamê Yekitiya Ewropayê ku van salên dawiyê hejmara van kesan her ku diçe zêdetir dibe. Di sala 2017an de li Hollanda, Fransa û li Elmanyayê hilbijartin dê çêbin. Heger di van hilbijartinan de aliyên rastgir bihêztir bibin dibe ku têkiliyên xwe di gel Tirkiyê qut bikin. Lê belê di vê proseyê de ne Enqere ne jî Ewropa tiştekî bi vî awayî nakin."

Der barê mijarê de piştî civîna wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê, biryara berdewamiya têkiliyan hat dayîn û rageşiya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hinek sist bû, belam her du alî ji hev nebawer in loma krîzeke nû dibe ku rû bide.