Hevseroka DBP Sebahet Tuncel di hucreya takekesî de ye
Di 6 vê mehê de hêzên ewlehiya Tirkiyê li Diyarbekir Hevseroka DBP, Sebahet Tuncel desteser kiribûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Parêzerê Hevseroka DBP Sebahet Tuncel ragehand ku, ewlehiya Tirkiyê zexteke zêde li ser Tuncel dikin û ew birine odeya takekesî ya zindanê de.
Derbarê vê yekê parêzerê hevseroka giştî ya partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Cemil Uzun ji K24ê re ragehand ku, Tuncel birine bo zindana jinan û li odeya takekesî hêlane.
Uzun aşkere kir ku, malbata Tuncelê cend care pirtûk û cil ji bo Tuncel birîne lê hemû tişt vegerandine bo malbatê û rê nedane bigehînin destê wê.
Di 6 vê mehê de hêzên ewlehiya Tirkiyê li Diyarbekir Hevseroka DBP, Sebahet Tuncel desteser kiribûn.