Li navçeya Şîrvanê 2 pisporên ewlekariya kar hatin girtin

Duh Parêzgerê Sêrtê diyar kiribû ku, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpê kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya lêpirsîna hilweşîna Kaniya Mîsê ya navçeya Şîrvanê 2 pisporên ewlekariya kar hatin binçavkirin.

Pêr li bajarê Sêrtê navçeya Şîrvanê Kaniya Mîsê ji ber hezazê rûxiyabû û 16 karker di bin erdê de mabûn. Heta niha tarmê 3 kesan hate dîtin lê 13 karkerên din winda ne.

Xebatên tînên rizgarkirine ji bo karkerên winda berdewam dike.

Duh Parêzgerê Sêrtê diyar kiribû ku, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpê kirin.