Li Diyarbekirê 2 rojnamevanên Swêdî hatin girtin
Polîsan her du rojnamevanan birin rêvebergeha biyaniyan.
K24-Navenda nûçeyan
Li bajarê Diyarbekirê 2 rojnamevanên Swêdî hatin binçavkirin.
Rojnamevanên Swêdî li bajarê Diyarbekirê navçeya Yenîşehîrê bi hinceta dema dîmenên leşkergehekî nêzikê otela wan ku, lê diman digirtin ji aliyê polîsên dijî terorê ve hatin binçavkirin.
Polîsan her du rojnamevanan birin rêvebergeha biyaniyan.