Çekdarên DAIŞê 12 polîsên Iraqê li Mûsilê kuştin
Bajarê Şerqat di Îlona borî de ji aliyê Artêşa Iraqê hatibû rizgarkirin, ew jî piştî 3ê rojan ji şerûpevçûnan.
K24-Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê 7 ji hêzên Sûne û 5 polîsên Iraqê li bajarokê Şerqat piştî ew li ser xaleke pişkinînê girtibûn.
Li gor ajansa Reutersê li ser zarê jêderekî ji leşkerên Iraqê ragehandî ku, çekdarên DAIŞê xaleke pişkinînê li ser riya di navbera gundê El-Nemil û El-Eyn Ebeyda de danîbûn û cilê polîsê Iraqê li ber xwe kirbûn wan çekdaran 7 ji hêzên Sûne û 5 polîsên Iraqê li ser wê xalê girtin û piştre ew girtin.
Bajarê Şerqat di Îlona borî de ji aliyê Artêşa Iraqê hatibû rizgarkirin, ew jî piştî 3ê rojan ji şerûpevçûnan.