Li Diyarbekirê li hember polîsan êrîş çêbû

Li Diyarbekirê di saetên êvarê de li hember polîsan êrîşek pêk hat. Bûyer li Sîteya Toptanvanan çêbû û hat amajekirin ku di êrîşê de polîsek birîndar bûye û ji 2 êrîşkaran yek jê hatiye kuştin. Polîsê birîndar ji bo nexeşxaneyê hat veguhestin. Li cihê bûyerê operasyon hat destpêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê di demjimêrên êvarê de li hember polîsan êrîşek pêk hat. Bûyer li Sîteya Toptanvanan çêbû û hat amajekirin ku di êrîşê de polîsek birîndar bûye û ji 2 êrîşkaran yek jê hatiye kuştin. Polîsê birîndar ji bo nexeşxaneyê hat veguhestin. Li cihê bûyerê operasyon hat destpêkirin.

Li Sîteya Toptanvanan a Diyarbekirê, demjimêr di 17:20’an de di navbera polîsan û 2 êrîşkaran de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de polîsek birîndar bû û êrîşkarek hat kuştin.

Li gorî amajeyên hatin kirin, polîsên dewriyeyê, ji 2 kesan ketin gûmanê û ew şopandin û piştî polisan navnîşana van kesan diyar kir, li hember wê navnîşanê operasyon da destpêkirin.

Ji ber ku êrîşkarê din ji cihê bûyerê bi dûr ket, polîsan li taxê bergirên ewlehiyê girtin. Li cihê bûyerê lêgerîn û lêkolîn dewam dikin.