IHD: Piştî 407 Çalakiyan hîn encam tune ne

Xizmên kesên ku di salên 1990-an de, ji aliyê hêzên tarî ve hatine winda kirin, bi komeleya mafên mirovan ÎHDê ya Diyarbekirê re, dawaza aşkerekirina kiryarên windakirina xizmên xwe dikin û bi vê mebestê 407. çalakiya xwe lidarxistin.

K24 – Diyarbekir

Serokê ÎHD ya Diyarbekirê Racî Bîlîcî daxuyand ku malbat û xizmên wan kesan bi heman daxwazê 406 çalakî lidar xistine, lê ti encamek hêj bidest nexistine.

Bîlîcî di dawiya axaftina xwe de Seyîd Riza jî bibîranî û ragihand ku ew jî  di sala 1937-an de hatiye darvekirin. lê gora wî hêj jî nehatiye aşkere kirin.

Piştî ku çîroka Nazmî Gulmezê ku di sala 1994-an de li Xozat a navçeya Dersîmê hatiye windakirin hat xwendin,  5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Di navbera salên 1990-2000 de ji 18 hezaran zêdetir welatiyên Kurd, yan di binçav kirine de yan jî, bi revandinê hatinê winda kirin.