Çawîşoglu: Dixwazin PKK'ê ji lîsteya terorî derxin

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di Civîna Parlamenterên NATOyê de axivî û ragihand ku, dixwazin PKKê ji lîsteya rêxistinên terorî derxînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di Civîna Parlamenterên NATOyê de axivî û ragihand ku, dixwazin PKKê ji lîsteya rêxistinên terorî derxînin.

Civîna 62emîn ya Parlamenterên welatên endamên NATOyê li Stenbolê dest pê kir. Wezîrê Derveyê ya Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di li ser rewşa Sûriyê û Iraqê diyar kir ku teror bûye metirsiya hemû Cihanê. Çavuşoglu got: “Dibêjin terorîstên baş û xirab hene. Hinek welat dixwazin PKKê ji nav lîsteya terorî derxin.”

Çawîşoglu eşkere kir, yek ji pirsgirêkên îro yên herî mezin ew e ku mixabin rêxistinên terorîst li gelek welatan bi aramî dikarin propagandayên xwe bikin.

çawîşoglu wiha got, îro di bin banê tekoşîna li dijî DAIŞê de çek dayîna PKK û YPGê şaşiyek mezine. Kîjan rêxistin dibe bila bibe, divê li dijî wan têkoşîn bên meşandin.