Tirkiye: Em nahêlin Heşda Şeibî derbasî Teleferê bibe

Berdevkê serokomartiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin diyar kir ku, ew nahêlin çekdarên Heşda Şeibî derbasî nava Telehferê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê serokomartiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin diyar kir ku, ew nahêlin çekdarên Heşda Şeibî derbasî nava Telehferê bibin.

Kalin ji çapemeniya Tirkiyê re behsa operasyona Mûsil, Telehfer û Şingalê kir. Kalin ragihand ku ne mimkûne ew qebûl bikin Heşda Şeibî derbasî Telehferê bibe. Ji xwe DAIŞ vê yekê dixwaze.

Kalin diyar kir, wan ev yek ji serokwezîrê Iraqê re jî gotiye, lê li meydanê tiştên cûdatir çêdibin. Divê li gor rêkeftina Telehferê tevgerkirin bê kirin.

Heşda Şeibî ragihadiye ku, di çarçoveya beşdariya di operesyona rizgarkirina Mûsilê de ji berî çend rojan firokxaneya Tileferê kontrol kir û niha derdora wî bajarokî bi temamî kontrol kiriye.

Derbarê Şingalê û hebûna gerîlayên PKKê jî berdevkê serokomartiya Tirkiyê wiha got: “PKK li Şingalê Êzidiyan bikar tîne û em dizanin DAIŞ li Şingalê nemaye. Em destûr nadin Şingal bibe Qendîla duyemîn. Ger di vî warî de tiştek hebe, emê tişta pêwîst bikin.”