Demîrtaş peyamek derbarê Kaniya Misê de şand
Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş yê ku niha di girtîgeha Edîrneyê de ye, bi rêya parêzerên xwe derbarê wê bûyera ku li Sêrtê rû dabû û 5 kesan canê xwe ji dest dabûn, herwiha 11 kes jî di binê erdê de mane, peyamek şand.
K24 – Navenda Nûçeyan

Peyama ku Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş derbarê bûyera Sêrtê de nivîsandiye wiha ye: "Ji ber trajediya ku Şîrwana ser bi bajarê Sêrtê pêk hatibû, ew kesên ku canê xwe ji dest dane xwedê rehma xwe li wan bike û ez sersaxiyê ji bo malbatên wan û gelê me dişînim.”
Herwiha Demîrtaş di peyama xwe de got: “Niha ji Soma û Ermenekê heya Şîrwanê dema avakirina pirên piştevaniyê ne û dem dema parvekirina êş û eleman e. Em ê tekez têkoşîna jiyan û xebateke mirovane qezenç bikin."
Pêr, Li bajarê Sêrtê Kaniya Misê hiweşiya û 16 karker di bin erdê de man. 5 kes ji binê erdê hatin derxistin û hîn 11 kesî jî di binê erdê de mane û tîmên rizgarkirinê hewl didin wan 11 kesan derxînin.