Li Helebê 6 bi gaza klorê xeniqîn
Li gor Rewangiha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ku weke di vê girtevîdyoyê de diyar dibe, li taxa Saxûr jî 6 kes. 4 zarok û dayik û bavikê wan bi sedema gaza Klorê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeş roj in êrîşên dijwar li ser taxên rojhelatê Helebê berdewam in. Di encam de jî bi sedên sivîlan û zarokên bê guneh bûne qurbaniya vî şerî. Li gor Rewangiha Sûrî ya Mafên Mirovan, ta niha nêzîkî 300 kesî hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne. ev yek jî ji bilî wêranbûna avahiyan û nexweşxaneyan.
Li gor Rewangiha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ku weke di vê girtevîdyoyê de diyar dibe, li taxa Saxûr jî 6 kes. 4 zarok û dayik û bavikê wan bi sedema gaza Klorê hatin kuştin.
Bînerekî ji taxa Saxûr dibêje: “Em razayî bûn demjimêr 1 êvarê, mala min ji cihê gurzeyê nêzîk e. Em derketin da ku em bizanibin bê çi çêbûye. Me nikarî bû bêhna me bi sedema gaza klorê diçikiya. Me karî em çend kesan bibine nexweşxaneyan. Piştre em hatin cem vê malbatê, lê em neghan wan ku rizgar bikin, xeniqî bûn, mirî bûn, ti birînek jî di laşê wan de nebû bi gazê fetisî bûn.”
Şandê taybet yê Netewên yek girtî jî Steffan De Mistura, ji bo gotûbêjkirina rewşê li Sûriyê bi taybet ya Helebê serdana Sûriyê kir û digel wezîrê wê yê derve Welîd Muelim civiya, ku li ser wan pêşbînî kir rêveberiyeke xweser li taxên rojhelatê Helebê were pêkanîn. Lê ji aliyê xwe ve Muelim ev yek red kir.
Ev demeke Heleb bûye qadeke şerekî giran. rêjîm bi piştevaniya Rûsiya û Îranê dixwazin hêzên opozisyona çekdar li Helebê bi êrîşên asmanê û yên bejayî jinav bibin, ku ev nêzîkî 4 meh in taxên rojhekatê wê yên ku di bin desthilata çekdarên dopozisyonê de ne, ji aliyê hêzên rêjîma ve dorpêç kiriye.