Xwarina gerim bo 2milyon koçber tê amade kirin
Yên ji şerê DAIŞê reviyane.
K24-Navenda Nûçeyan
Li gor rêkeftinekê ku, di navbera Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û dezgeheke Amerîkî de hatiye imzekirin, biryare xwarina germ bo 2 milyon koçber were dabînkirin.
Duh, li bajarê Hewlêrê û dinavber a dezgeha Amerîkî IDS û dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêkeftinek hate imzekirin, li gor wê rêkeftinê her du dezgeh dê xwarina gerim bo 2 milyon koçberên Iarê yên ji şerê DAIŞê reviyane amadebikin.
Rêkeftinê ji aliyê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ezîz Şêx Rez û alîkarê wî Mûsa Ehmed her wiha serokê dezgeha IDS hate imzekirin.
Tê pêşbînî kirin ku, di rojên bê de qonaxa yekem a rêkeftinê cîbecîbibe.