Xwedîkirina masiyan li Rihayê bibîne

Di wan hewzan de jî 29 ton masî tên xwedîkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Siweraga ser bi Rihaya Kurdistanê ve gellek welatiyên ku debara xwe bi çandinî û ajaldariyê dikin, piştî ku deriyên bendava Ataturkê hatin girtin dest bi xwedîkirina masiyan jî kirin.

Li bajarên Kurdistanê her çiqas welatî debara xwe zêdetir bi ajaldarî û çandiniyê bikin jî, ji aliyekî din ve bi çewlikên ku ava dikin xwedîkirina masiyan dikin. Li korta bendava Ataturkê ku 37 kîlomîtreyan dûrî Siweraga ser bi Rihayê ye çewlikên masiyan tên damezrandin.

Mahmud Durakê ku, endezyarê berhemên avî ye ji bo ku pîşeyê xwe bide meşandin li Siweregê çewlika ku bi 8 hewzan pêk tê damezrandiye û di wan hewzan de jî 29 ton masî tên xwedîkirin. Ev masiyên ku hîna çêlî ji bajarên Elazîzê tên anîn, di çewlikan de biqasî 5 mehan di gellek qonaxan re derbas dibin û ji bo firotinê tên amadekirin.

Endezyarê Berhemên Mahmut Durak wiha got:

"Li vir 6-7 hewzên me hene. Em li vir masiyan(Alabalik) xwedî dikin. Em vî karî demsalî dikin û ew jî 5-6 mehan didome.Em çêlîkan dikirin ji derve ji Elazîzê û Meletiyê tînin vir, piştî xwedîkirina wan em wan êm dikin û kontrolên dermankirina wan dikin. Em li gorî mezinahiya wan jî piştre wan ji hev vediqetînin û difiroşin."

Masîgir dibêjin; hem karê wan pir zehmete û hem jî çêlî û êmê masiyan bûhaye. Kîloya êmê masiyan 5-6 Lîreyê Tirkiyê ye û her masiyêk çelî jî, bi 50-60 qirûşî tê kirîn. Ev masî jî piştî ku gihiştin firotinê bi 9-10 Lîreyê Tirkiyê tên firotin.

Xebatkarê Çewlikê Veysel Durak wiha axifî:

"Ez xebatkarê vê derê me û bi şevûroj ez li virim. Ez rojê sê caran masiyan êm dikim, dema ku nexweş dikevin ez wan derman dikim, ez her gav li cem wanim. Wekî din çi kar li vir hebe ez pê re eleqedar dibim."

Herwiha ev masiyên ku hilberîna wan tên kirin pêşî ji bo navenda Sîwereg û Rihayê piştî van deveran jî, heger di destên wan de masî bimînin ji bo bajarên wekî Mêrdîn, Bedlîs û Wanê rê tên hinardekirin. Digel vê yekê li gorî xwesteka kiryaran masî tên pakêtkirin an jî bi saxî ji wan re tên şandin.