Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva Baqir Cebir El-Zûbeydî dide

Di daxuyaniyê de hatiye ku, Gelê Kurd bergiriyê li şaristaniyet û mirovayetiyê dik.e

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Omîd Sebah daxuyaniyek belav kir,  tê de bersiva encumena bilind ya îslamî ya Iraqê da.

Ev jî Deqa daxuyaniyê ye:

Hejmarek ji sazî û dezgehên ragihandin û torên civakî daxuyaniyek belavkirine ku, qaşo birêz Baqir Cebir Solax li gotarek da bi navnîşana "Qadmun ya Ba'şîqe" gefê li Hêzên Pêşmerge kiriye û tê de bersîva daxuyaniya hinek kesan ya di derbarê mayina Pêşmerge li wan navçeyên ji destê wan rizgar kirine, wiha hatiye nivîsîn: Em niha artêşeke bihêz û Heşda Şe'bî ya bihêz heye û hîç sînor û astengiyek nikare wan rabiwestîne.
Lê belê bi mixabinî ji bilî derbasbûna çend rojek li ser van axaftinan ku, bi navê wî serkirdeyê Encumena Bilinda Îslamî ya Iraqê ve ku, peywendiyeke dîrokî û kevin û têkoşerane me bi hevre girê dide belav kiriye, me hîç daxuyaniyek ji bo bi derew xistina vê daxuyaniya li vî derbarî de nedît, eger nûçe jî rast derneket û ev daxuyanî li ser zimanê vî birêzî hate belavkirin, em dûpat li ser peywendiya dîrokî û kevin ya di navbera xwe de dikin û eger hêzên Pêşmerge û azayetiya wan hêzan nebûya, hêzên Iraqiyan bi tenê nedikarîn wê serkeftina îro tê dîtin tomar bike, hêzên Pêşmerge li vê operasyonê karî şaşiyên pêşiya berevaniya terorîstên DAIŞê têkbişkêne û wiha kir operasyona "Qadmun ya Nînowa" berdewam bê.
Eger xwediyê vê daxuyaniyê dixwaze bi vê gefê hilpêkirina şerekî zalimane bike, em dûpat dikin li dîroka xwe da gelek mînakên li van babetan de dîtiye û gelek dûr nîne, eveye dîrok şahidê mînaka Seddam Husên û çekên wî yên komkujiyê û cebxaneyên wê ye, li piştî wê jî rêxistina terorîstî ya DAIŞê ku dirinde û hêzeke gelek ji Seddam zêdetire û hemû jî li çiyayên serkeşên Kurdistanê hatine têkşikandin.
Gelê me bergiriyê li şaristaniyet û mirovayetiyê dike û her kesek bixwaze bextê xwe li gel me taqî bike û biceribîne dûpat dikin ku çiyayên me yên serkêş hê jî li cihên xwe da mane.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21.11.2016