Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
Derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê rewşa navxweyî ya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Bi navê xudayê mezin û dilovan:
Li van çend rojên derbasbûyî de hejmarek ji birêzên siyasî , kulturî û akademî peywendî bi min re kirin û dibêjin raya me û beşekî hemwelatiyan jî ewe ku, çareseriya qeyranên Herêma Kurdistanê li cem mine û tê gotin Barzanî dikarê giriftan çareser bike.
Wekî her hemwelatiyekî Kurdistanê hez dikim qeyran û kêşe nemînin û bi dawî bibin, lê belê sedemên girift û kêşeyan gelekin. Beşek ji wan derekîne û peywestin bi rewşa siyasî û aborî û emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî, wekî êrîşa terorîstan û şerê DAIŞê, daketina nirxa neftê, birîna budçeya Herêma Kurdistanê û ew rewşa neasayiya ji encama mîhvandariya sedan hezar koçberan pêkhatî ye. Beşekî din jî ji giriftan navxweyî ne û vedigerin li ser gengeşeya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.
Eger çareseriya giriftên siyasiyî yên navxweyî yên Herêma Kurdistanê li cem mine, eve çendîn care min partî û hizban vexwendine ji bo civînê, lê belê ji ber hêcetên cûr bi cûr nehatine. Her wiha min daxwaz kiriye hemû partî li gel hev rûnin û çareseriya rewşê bikin, dîsan rûneniştine û milên xwe nexistine bin berpirsiyariya vê rewşê.
Di derbarê çareseriya qeyrana Herêma Kurdistanê min raya xwe li vî derbarî de ragihandiye. Niha jî dûpat dikim, çareseriya qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê bi vî awayî tê kirin ku hemû partî bikevin nava guftûgoyê û perleman bê çalak kirin û Serokayetiyekî nû ji bo Parlemen bê hilbijartin. Ji ber ku ji bo hemû aliyek rûne, nabê ewên ku, bûne çavkaniya qeyranê dûbare Serokayetiya Parleman li dest bigrin. Her wiha hemû partî li ser ewe rêkbikevin Hikûmetekî nû bê damezrandin û birêzek jî ji bo Serokayetiya Herêma Kurdistanê heta dema hilbijartinê bê destnîşan kirin ku ewê erkê Serokayetiya Herêmê bigre stuyê xwe û ez jî bi hemû şiyana xwe ve yarmetiya wê proseyê didim.
Di derbarê nerazîbûna mamostayan û fermanberan, rêzên min ji bo daxwaz û mafên wan yê rewa heye û heqê wane daxwaza mafên xwe ji Hikûmet û aliyên peywendîdar bikin û palpiştiya wan dikim û pêwîste welatê me li xweşî û bexteweriyê da bê, lê belê bi sedema wê qeyranê û kêşeyên emnî û aborî, siyasî hatine pêş, îmkaniyat û şiyana Hikûmetê sînordar bûye. Lê belê bi wan wiha ye ku, çareserî heye, bila hemû alî û Hikûmet kerem bikin pêkve rûnin bi şefafiyetekî tevahî rewşê çareser bikin û hemû tiştek jî bixin rû û dawiyê bi muzayedat û şêwandina raya giştî bînin.
Baş dizanim bajarê Silêmanî li bin terora fikrî daye û divê ew terora fikrî ya li ser bajarê Silêmaniyê bê şikandin. Ew bajarê ku her dem li bin gefa zalim û dagîrkeran de li berxwedaye û zarok û gedeyên wê amadebûn bi zîndî bêne binaxkirin, lê belê li beranber Ze'îm Sidîq serbilindane rawestan û amade nebûn qise û axaftinê bi hêmayên gelê Kurdistanê bibêjin. Eve raya mine di derbarê Silêmanî û xelkê wê yê serbilind, bila kes hewl nede rayeke din li ser xelkê vî bajarî da bisepênê.
Mesûd Barzanî
20.11.2016