Li Diyarebkirê êrîş li kesekî hat kirin
Li ber bazara binerdê ya Ofîsa Diyarbekirê tezgahdarekî bi êrişa çekdarî hat birîndarkirin. Li gor agahiyên destpêkê navê kesê ku birîndar bûye Sedat e û ji Piran a Diyarbekirê ye.
K24 – Diyarbekir
Li ber bazara binerdê ya Ofîsa Diyarbekirê tezgahdarekî bi êrişa çekdarî hat birîndarkirin. Li gor agahiyên destpêkê navê kesê ku birîndar bûye Sedat e û ji Piran a Diyarbekirê ye.
Li navenda bajarê Diyarbekirê kesekî yan jî hin kesên ku hêj nasnameya wan nehatiye diyarkirin bi demançeyê êrişî tezgahdarekî ku li ber deriye çarşiya binerde ya Ofisê cigare û tizbî difrot kirin.
6 dengên teqînê hatin û piştî teqînê aşkere bû ku, tezgahdar ji linge xwe û pişta xwe ve birîndar bûye. Çimayî ya êrişê hêj nayê zanîn û tezgahdarê birîndar ji bo nexweşxaneyê bi ambulansê hat veguhastin.