Tirkiyê biryara girtina 48 serkirdeyên PKK da
Di nav wan de birêveberên PKKli Ewropa Ewrûpa Zubêr Aydar, Remzî Kartal hene.
K24-Navenda Nûçeyan
Tirkiye biryara girtina 48 serkirdeyên PKK da, di nav wan 48 kesan de birêvebirên PKK li Ewrûpa Zubêr Aydar, Remzî Kartal, endamên desteya serokatiya PKK Cemil Bayik, Murat Karayilan û Fehman Husên jî hene.
Tirkiye vê biryara dispêre, êrîşa 17ê sibat a îsal, li Enqereyê, gava otomobilek servisê ya leşkerî bû bû armanc. Tometbarê vê kiryarê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD tê destnîşandan, ku bi ”biryara“ Salih Muslim ev êrîş lidar ketiye!