Barzanî û Carter pêwendiyeke telefonî encam dan

Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Carter li rêya telefonê ve pêwendiyeke bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Carter li rêya telefonê ve pêwendiyeke bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kir.

li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Carter îro di pêwendiya telefoniyê de bi sedema serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞê xweşhalî û pîrozbahiya xwe bi Serok Barzanî ragihand. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo asta baş ya hemahengî û karê hevbeşê Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li şerê terorîstan da hebû.

Her li vê pêwendiyê da her dû alî tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengiya di navbera hevpeymanan û Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybetî ya li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê kir.

Li beşekî din ê vê pêwendiya telefoniyê da her dû alî di derbarê hengavên bi cîhkirina plana azadkirina Musil û dewrûbera wê de danustandina bîr û ramanan kirin û qonaxên operasyonê heta niha bi serkeftî wesif kir.

Her li vê pêwendiya telefoniyê da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmet û artêşa Amerîka kir ku li şerê terorê da piştevanê Pêşmerge bûne û hêviya serkeftina yekcarekî li beranber terorîstan de xwest